Artêsa Îsraîlê li nav Sûriyê dewriyeya leskerî kir

23 adar 2025 11:25
Artêsa Îsraîlê li nav Sûriyê dewriyeya leskerî kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hêzên artêya Îsraîlê bi hejmarek wesayîtên leşkerî û zirpoşan li gundewarê rojavayê Derayê dewriye kir.

Hate diyarkirin ku li derdora Bakurê gundê Me´ereyê yê Gundewarê Rojavayê Derayê hêzên Îsraîlê gereke leşkerî bi zirpoşan û wesayîtên leşkerî pêk anî.

Li gorî zanyariyan dema dewriyeyê ti şer û pevçûnek çênebûye.

Rojek berê jî artêşa Îsraîlê êrîşî du bingehên stratejîk ên leşkerî li biyabana Sûriyê yên girêday rejîma berê li Tedmur kiribû.