Amerîkayê ji 2019an ve yekem car dewriyeya leskerî li sînorên HSD û artêsa Tirk gerand
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên Amerîkayê piştî operasyona artêşa Tirkiyê û komên çekdar a dagirkirina Serê Kaniyê û Girê Spî yekem dewriyeya leşkerî li sînorên wê herêmê gerand.
Li gorî zanyariyan hêzên Amerîkayê li rojhilatê navçeya Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê li gundewarên Derdarê û Zêrkan dewriyeyeke leşkerî gerand ku ev yekem dewriyeya Amerîkayê ya piştî dagirkirina wan herêman ji aliyê Tirkiyê ve ye.
Herwiha hat diyarkirin ku Amerîka piştî vekişîna xwe ya Cotmeha sala 2019an ji nû ve vegeriyaye deverê.
Hat zanîn ku hêzên Amerîkî bi 7 wesayîtên zirxî û çavdêriya helîkopteran li wî sînorê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û artêşa Tirkiyê dewriye gerandiye ku ev jî tê wê wateyê ku Amerîka dixwaze rê li ber êrîş û binpêkirinên komên çekdar û artêşa Tirkiyê bigire.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin