Amerîkayê yekem car ji bo bernamzedê serokwezîriya Iraqê piştgiriya xwe ragihand

29 nîsan 2026 10:07

Amerîkayê bi fermî yekem car piştgiriya xwe ji bo bernamzedê serokwezîriya Irawê Elî Zaydî ragihand.

Amerîkayê yekem car ji bo bernamzedê serokwezîriya Iraqê piştgiriya xwe ragihand

RûpelNews - Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê derbarê pêvajoya avakirina hikûmetê li Iraqê de, bi rêya hesabê xwe yê fermî yê X (Twitter) daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de ji bo bernamzedê serokwezîrê Iraqê Elî Felîh Zaydî daxwaza serkeftinê hat kirin û hat destnîşankirin ku evpiştgirî ji bo hewildanên gelê Iraqê yên ji bo armanca paşerojeke aramtir û bi îstîqrar tê dayîn.

"Piştgiriya Amerîkayê ji bo Iraqê dê berdewam be"

Balyozxaneyê her wiha tekezî li ser armancên hevpar ên di derbarê parastina serweriya Iraqê, xurtkirina têkoşîna li dijî terorê û avakirina paşerojekê ku dê feydeyên berbiçav hem ji bo gelê Iraqê hem jî ji bo Amerîkayê bîne, kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Amerîka di tevahiya vê pêvajoyê de bi gelê Iraqê re hevgirtî ye.