Amerîkayê hişyariyek bilez ji bo Iraqê da
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê bang li welatiyên xwe yên li Iraqê kir ku demildest welêt biterikînin.
RûpelNews -
Di daxuyaniyeke nivîskî ya ku ji aliyê Balyozxaneyê ve hat weşandin de, hat destnîşankirin ku komên çekdar ên girêdayî Îranê li seranserê Iraqê, di nav de Herêma Kurdistanê jî, êrîşên berfireh pêk anîne û welatiyên amerîkî û hedefên girêdayî Amerîkayê kirine armanc.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku misyona dîplomatîk a Amerîkayê li Iraqê vekirî dimîne, lê ji ber metirsiyên ewlehiyê, welatî divê serdana balyozxaneya li Bexdayê an jî konsulxaneya giştî ya li Hewlêrê nekin.
Her wiha hat tekezkirin ku gefên ji roket û dronan li hewaya Iraqê berdewam dikin.
Di daxuyaniyê de hişyariya herî bilind a Wezareta Derve ya Amerîkayê ji bo Iraqê, "Asta 4: Serdanê Neke", di meriyetê de ye, û ev gotin jî tê de cih digire: "Di bin ti şert û mercî de neçe Iraqê. Eger tu li welêt î, demildest derbikeve."
