Kanada ji ber egera tevgera Amerîkayê di hişyariyeke bilind de ye

25 îlon 2026 08:13

Derket holê ku Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney û berpirsên payebilind ên parastinê planên amadekariyê yên heyî ji bo rewşa egera destwerdaneke leşkerî ya Amerîkayê ji nû ve dinirxînin.

Kanada ji ber egera tevgera Amerîkayê di hişyariyeke bilind de ye

RûpelNews - Carney diyar kir ku rêveberiya Serokê DYA Donald Trump îhtîmala çalakiya leşkerî ya li dijî Kanadayê wekî 'rîskeke mezin' nirxandiye û ew xwe jê re amade dikin.

Wezîrê Parastinê yê Kanadayê David McGuinty jî destnîşan kir ku hêzên çekdar xwe ji bo senaryoyên rîskê yên cihêreng amade dikin, û lê zêde kir ku îhtîmala navborî wekî senaryoyeke pir mezin tê dîtin.

Gotinên Trump bandor kirin

Lîwa-Generalê teqawîtbûyî Andrew Leslie pêşniyar kir ku dibe ku planên awarte yên Kanadayê piştî gotinên Trump ên ku Kanada wekî dewleta 51emîn a DYA'yê bi nav dikir û gefên wî yên derbarê Gronlandê de ji nû ve hatibin nirxandin.

Amîral Samuel Paparo ê ku Fermandarê Fermandariya Hind-Pasîfîk a DYAyê ye îhtîmala dagirkirina Kanadayê ji aliyê DYA'yê ve wekî "bi temamî pûç" bi nav kir. Pispor her wiha destnîşan dikin ku, ji ber erdnîgariya berfireh a Kanadayê, senaryoyeke dagirkirinê ya kevneşopî pir ne muhtemel e.