Aloziyên li Tengava Hurmuzê zêde dibin: Îranê hişyariyeke tund da Amerîkayê
Fermandariya Navendî ya Xatemu'l Enbiya, ku operasyonên Hêzên Çekdar ên Îranê birêve dibe, ragihand ku her destwerdaneke Amerîkayê di operasyonên ewlehiyê yên li Tengava Hurmizê de dê wekî gefek li ser serweriya neteweyî ya welêt were dîtin û dê bi "bersiveke biryardar" were pêşwazîkirin.
RûpelNews - Daxuyaniya ku ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Farsê ve hat weşandin, piştî civîneke ewlehiya herêmî hat ku ji aliyê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ve li Manamayê, paytexta Behreyneyê, hatibû organîzekirin û berpirsên payebilind ên leşkerî yên ji 11 welatan beşdar bûbûn.
"Tengava Hormizê xêza me ya sor e"
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Tengava Hurmizê dikeve nav qada serweriya Îranê, û tekez kir ku parastina ewlehî û aramiya vê rêya avê ya stratejîk ji bo Hêzên Çekdar ên Îranê "xêzeke sor" e.
Daxuyaniya ku ji serokatiyê hat dayîn diyar kir ku her însiyatîfeke ku li dijî operasyonên ewlehiyê yên Amerîkayê li Tengava Hurmizê be an jî ya ku bikare nîzamê li herêmê têk bide, dê wekî gefek li ser serweriya neteweyî were dîtin. Wekî din, hate îdiakirin ku hebûna balafirên şer ên bimirov û bêmirov ên Amerîkayê li ser kendavê ewlehiya herêmî dixe xeterê.
Îranê her wiha israr kir ku keştîyên petrolê û keştiyên bazirganî yên ku di Tengava Hurmizê re derbas dibin, divê rêyên deryayî yên ku ji aliyê welêt ve hatine destnîşankirin bi kar bînin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku eger ev rê neyên şopandin an jî rêzikên deryayî werin binpêkirin, hêzên çekdar dê "demildest û bi biryardarî" destwerdanê bikin.
Di daxuyaniya ji serokatiyê hat weşandin de wiha hat gotin: "Îran dê ji girtina her tedbîreke ku ji bo parastina mafên xwe yên serwerî li Tengava Hurmizê pêwîst dibîne, netirse."
Piştî civîna CENTCOMê daxuyanî hat ragihandin
Fermangeha Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihandibû ku li ser xwesteka Hêzên Parastinê yên Behreynê civîneke ewlehiyê hatibû lidarxistin, ku tê de berpirsên payebilind ên leşkerî yên ji Misir, Urdun, Kuweyt, Lûbnan, Uman, Qeter, Erebistana Siûdî, Sûriye, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî û Yemenê beşdar bûne.
Hat ragihandin ku di civînê de rewşa ewlehiyê ya heyî ya li herêmê, pêşxistina hevkariya parastinê, û tedbîrên ji bo misogerkirina derbasbûna ewle ya berdewam a keştiyên bazirganî di Tengava Hurmizê re hatine gotûbêjkirin.
