Amerîkayê piştgirî da Serokwezîrê nû yê Iraqê:Em amade ne ku bi hev re bixebitin
Rêveberiya Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA) peyameke pîrozbahiyê ji hikûmeta nû ya Iraqê re şand. Nûnerê Taybet ê DYA ji bo Sûriyê û Balyozê Tirkiyeyê Tom Barrack, ragihand ku ew amade ne ku bi Serokwezîrê nû, Elî Zeydî re bixebitin.
RûpelNews - Di daxuyaniya xwe de, Barrack destnîşan kir ku hikûmeta nû ya Iraqê li Washingtonê bi awayekî erênî hatiye pêşwazîkirin û daxwaza xwe ya ji bo domandina hevkariya di navbera her du welatan de li gorî "rojeveke nû û wêrek" anî ziman.
Piştgiriya rêveberiya Trump
Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku rêveberiya Donald Trump girîngiyê dide pêşxistina têkiliyên bi Iraqê re. Barrack destnîşan kir ku ew û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubîo amade ne ku bi hikûmeta Iraqê re di têkiliyeke nêzîk de bixebitin.
Di peyama xwe de, Barrack diyar kir ku pêşxistina başbûna gelê Iraqê û pêşvebirina armancên stratejîk ên hevpar di nav pêşîniyên rêveberiya Washingtonê de ne.
Giringîdanîna li ser "Îraqeke serwer û aram"
Barrack diyar kir ku armanca Washingtonê Îraqeke serwer û aram e ku bi cîranên xwe re di nav aştiyê de bijî. Di daxuyaniyê de her wiha bal hat kişand ku têkoşîna li dijî terorê û hevkariya ewlehiyê dê wek yek ji stûnên sereke yên têkiliya di navbera DYA û Îraqê de bimîne.
