Serokwezîrê Iraqê Sûdanî bi rêvebirên wezareta bergiriyê ya Amerîkayê re civiya
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya el-Sudani li Bexdayê ji bo vekişîna hêzên koalîsyonê ji Iraqê û li ser têkiliyên bergiriyê yên her dû dewletan, bi rayedarên wezareta bergiriyê ya Amerîkayê bi rayedarên Pentagonê re civiya.
Li gor ragihandina berageha serokwezîrtiya Iraqê;
“Di hevdîtinê de; bidawî anîna misyona koalisyona kureyî ya li hemberê IŞİDê û li ser xwurtkirina prosedurên têkiliyen duqolî yên navbera Iraqê û Amerîkayê axifîn. Her weha li ser tehdîdên ku Iraq bi wan re rû bi rû ne, hevdîtin kirin.”
Cîgirê musteşarê wezareta berevaniyê yê ji siyaseta Rojhilata Navîn berpirs Daniel Shapiro serokatiya heyetê dikir û balyoza Amerîkayê ya li Bexdayê Alina Romanowsk pê re rêhevaltî dikir. Balyoz Romanowski di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de ragihand:
“Di hevdîtinê de Sudanî û Shapiro li ser firehkirina têkiliyên duqolî yên bergiriyê yên Amerîka-Iraqê û Amerîka, li ser tehdîdên daîmî yên li ser Iraqê û herêmê rawestiyan.”
Li Iraqê li dora 2.500 leşkerên Amerîkayê û li Sûriyê li dora 900 leşkerên Amerîkayê hene.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin