Serokwezîrê Iraqê Sûdanî xwedî li Heşdî Şebî derket
Serokwezîrê Iraqê Sûdanî, di serdanekê de, Heşdî Şebî parast û got ku ew hêzek destûrî ye.
RûpelNews - Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, Mihemed Şîa Sûdanî, di serdana baregeha Heşdî Şebî kir û bersiv da rexneyên li dijî rêxistin ê.
Sûdanî îdiayên ku dibêjin Heşdî Şabî neqanûnî ye wekî "nezanî" bi nav kir û teqez kir ku ew hêzek ewlehiyê ya bingehîn e ku di çarçoveya destûr û qanûnan de dixebitin: "Heşdî Şebî hêzek destûrî ye ku ji bo mayîndebûna dewlet û pergala siyasî bedel daye. Erka me ye ku em vê avahiyê biparêzin û piştgirî bikin."
Her wiha Serokwezîrê Iraqê destnîşan kir ku pevçûna herêmî, ku ji 28ê Sibatê ve berdewam dike, derbasî axa Iraqê bûye û diyar kir ku tu êrîş li dijî Heşdî Şebî an yekîneyên din ên fermî yên ewlehiyê nayên qebûlkirin. Sûdanî diyar kir ku hikûmet li hember êrîşên weha bêdeng namîne û hêzên ewlehiyê bi tundî têne rêve kirin da ku pêşî li veguheztina Iraqê bo qadeke şer bigirin.
Her wiha wî talîmat da ku hemî mîsyonên dîplomatîk, nûnertiyên navneteweyî, binesaziya krîtîk û tesîsên hikûmetê di asta herî bilind a ewlehiyê de bin.
