Amerîkayê yekem binkeya leskerî li Hesekê ava kir

08 sibat 2020 16:34
Amerîkayê yekem binkeya leskerî li Hesekê ava kir

PeyamaKurd - Hêzên Amerîkayê binkeyeke nû ya leşkerî li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ava kirin.

Duh, roja înê, hêzên Amerîkayê binkeyeke serbazî li taxa Xiwêran li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ava kirin. Binkeya nû ya hêzên Amerîkî li bajarê Hesekê di nava baregeheke berê ya hêzên berevaniya xweser û nêzîkî zindaneke girtiyên DAIŞê hatiye avakirin.

Hejmarek wesayîtên leşkerî ligel hejmarek serbaz li bingehê cih girtine û ala Amerîkayê li ser hatiye bilindkirin.

Li bajarê Hesekê ji bilî şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hêzên ser bi rejîma Sûriyê jî hene û bajar di navbera herdu aliyan de dabeş kiriye.