Konvoya Amerîkayê ya leskerî derbasî Hesekê bû!

20 gulan 2018 16:18
Konvoya Amerîkayê ya leskerî derbasî Hesekê bû!

PeyamaKurd- Konvoyeke Amerîkayê ya leşkerî ji Iraqê derbasî Sûriyê bû. Li Sûriyê konvoy çû Hesekê herêma Til Biderê.

Di konvoyê de gelek çek û teçîzatên leşkerî hebûn. Lêbelê ev çek wê ji bo YPGê werin teslîmkirin an jî wê teslîmî hêzên Amerîkayê yên li herêmê bêne kirin, nehate zelalkirin.