Karwanekî leskerî yê Amerîkî derbasî Hesekê bû

23 mijdar 2019 15:09
Karwanekî leskerî yê Amerîkî derbasî Hesekê bû

PeyamaKurd - Karwanekî leşkerî yê Amerîkayê duh bi şev ji Iraqê di deriyê sînorî yê Welîd re derbasî nava xaka Sûriyê bû.

Ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê ragihand ku duh bi şev karwanekî leşkerî yê Amerîkî ku ji 11 TIRên leşkerî û tenkeran pêk hatibû û kereste û kelûpelên leşkerî hilgirtibûn, ji Iraqê derbasî bajarê Hesekê bû.

Her çend e ji destpêka meha borî ve Serokê Amerîkayê Donald Trump biryar dabû ku hêzên xwe ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê vekişîne, lê heya niha hêzên Amerîka li hin navçeyên Rojavayê Kurdistanê mane û gerên çavdêriyê jî berdewam dikin.

Serokê Amerîka Trump dabû xuyakirin ku hêzên Amerîkî ji bo parastina herêmên petrole ne.