Karwanekî leskerî yê Tirkiyê derbasî navçeyeke Idlibê bû
PeyamaKurd - Çavkaniyên herêmî ragihandin ku şeva borî karwanekî leşkerî yê Tirkiyê bi rêya deriyê sînorî yê Kifir Lûsîn li bakurê Idlibî derbasî navçeya ku di rêkeftina Adarê de Putin-Erdogan li ser lihev kiribûn bûn.
Li gor zanyariyan, ew karwan ji 60 wesayîtên ku zirîpoş û wesayîtên din ên leşkerî bar kiribû, pêk dihat. Bi vê yekê hejmara otomobîlên Tirkiyê ku ji dema rawestandina şer ve derbarî Idlibê bûne, gihiştiye 4045 otomobîlan û her weha bi hezaran leşkerên Tirkiyê jî li Idlibê bicih bûne.
Li gorî çavkaniyan, ji destpêka meha Sibatê ve û heta niha, zêdetir ji 7 hezar barhilgir û wesayîtên mezin ên leşkerî yên Tirkiyê derbasî axa Sûriyê bûne, herweha nêzîkî 10 hezar leşker li Idlib û Helebê belav bûne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin