Steve Lutes: Mesrûr Barzanî dixwaze dahatê berfireh bike û çandiniyê bipês bixe

20 hezîran 2023 22:46
Steve Lutes: Mesrûr Barzanî dixwaze dahatê berfireh bike û çandiniyê bipês bixe

PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Jûra Bazirganî ya Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn Steve Lutes, bi civîneke rojnamevanî derbarê serdana Jûra Bazirganî ya Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê de, agahî dan.

Lutes bal kişand ser serdana xwe ya berê ya Hewlêrê û got, Serokwezîr Mesrûr Barzanî raman û nêrîna xwe zelal kiriye ku dixwaze çavkaniyên dahatê berfireh bike ku yek ji wan jî pêşvebirina sektora çandiniyê ye.

Steve Lutes da zanîn, di serdana vê carê de çend civîn ji bo kompaniyên nû û kevn pêk anîne, da ku derfet û îmkanên bazirganî û veberhênanê yên li Herêma Kurdistanê fêm bikin.

Cîgirê Serokê Jûra Bazirganî ya Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn diyar kir, ew kompaniyên ku hatine, ji warên cûrbicûr bûn, ji warê tov û şêwaza çandinê heta warê çawaniya parastina berheman.