Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Steve Bittner kir

15 tebax 2024 22:13
Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Steve Bittner kir

PeyamaKurd  - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 15ê Tebaxê pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Amerîkayê li Hewlêrê Steve Bittner kir û ji bo destbikarbûna wî pîrozbahî lê kir.

Serokwezîr Barzanî, di hevdîtinê de ji ber xebatên wî yên ji bo pêşxistina pêwendiyên dualî. spasiya Konsulê berê yê Amerîkayê Mark Straw jî kir û hêviya serkeftinê ji Steve Bittner re xwest.

Konsulê giştî yê nû yê Amerîkayê amadehiya welatê xwe ji bo pêşxistin û bihêzkirina têkiliyên ligel Herêma Kurdistanê di hemû waran de nîşan da. Herwiha behsa rola girîng a Herêma Kurdistanê weke hevkareke hêja ya Amerîkayê di bihêzkirina ewlehî û aramiya Iraq û herêmê de kir.

Konsulê giştî yê nû yê Amerîkayê bal kişand ser serdana fermî ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya di meha Sibata îsal de bo Amerîkayê û da zanîn, roleke girîng di pêşkêşkirina raveyên pêwîst derbarê guhertin û pêşhatên Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê ji bo berpirsên payebilind ên Amerîkayê hebû. Bittner herwiha hêvî jî xwest ku serdanên wiha berdewam bibin.

Li aliyê din amadekariyên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, çaksaziyên di Wezareta Pêşmerge de, girîngiya çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal, dabînkirina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û bicihkirina rêkeftina Şingalê, mijarên din hevdîtinê bûn.