Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Îlham Aliyev kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta hilbijartina Îlham Aliyev wek Serokomarê Azerbaycanê nameyek pîrozbahiyê şand.
Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat ragihandin, Serokwezîr Barzanî îro nameyek pîrozbahiyê ji bo Serokê Azerbaycanê Aliyev şandiye ku careke din weke Serokê Azerbaycanê hatiye hilbijartin.
Li gorî daxuyaniyê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo careke din bijartina wî weke serokomar, pîrozbahiyên xwe yên germ gihandiye Aliyev û hêviya serkeftinê di erkê wî de xwestiye.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de dupat kir ku Herêma Kurdistanê amade ye di warên cuda de peywendiyên dualî pêş bixe.
Îlham Aliyev di hilbijartinên 7ê Sibata 2024an de li Azerbaycanê ji sedî 92ê dengan bidest xist û ji bo cara pêncemîn wek serokomar hat hilbijartin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin