Serokwezîr Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze hemû bajaran bi pês bixe bê ku cudahiyê têxe navbera wan

10 cotmeh 2024 16:28
Serokwezîr Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze hemû bajaran bi pês bixe bê ku cudahiyê têxe navbera wan

PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro pêncşemê ragihand ku hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li ser cîbicîkirina projeyên geşepêdanê li hemû bajar û bajarokên berdewam be bê ku cudahiyê têxe navbera wan.

Axaftina wî di merasîmekê de pêk hat ku tê de kevirên bingehîn ji bo rêya dualî ya sereke ya Hewlêr-Koyê hatin danî ku armanca projeyê wê baştirkirina hatinûçûna di navbera her du bajaran de ye.

Di merasîmê de serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser pabendbûna hikûmetê bi geşepêdana dadmendî kir û got: “Em şanaziyê bi şoreşa xizmetguzariyê dikin ku me daye destpêkirin û em ê berdewam bin li ser cîbicîkirina projeyên geşepêdanê li hemû bajar û bajarokên Kurdistanê bêyî ku cudahiyê têxin navbera wan de.”

Her wiha kêfxweşiya xwe ya li hember pêşkeftina projeya rêya Hewlêr-Koyê nîşan da û soza ku di serdana xwe ya vê dawiyê ya Koyê de dabû bi bîr xist, “Berî du hefteyan min ji bo lêdana zengilê sala nû ya xwendinê serdana dibistaneke Koyê kir û min soz da xelkê wir ku em ê dest bi vê projeyê bikin. Kêfxweş im ku îro me karî em soza xwe bi cih bînin.”

Serokwezîr diyar kir ku rêya nû dê pêwendiya di navbera Koye,Teqtaq û navçeyên derdora wê bi Hewlêrê re zêde bike û di dawiyê de herêmê dê bi Silêmaniyê ve girêde, “Gelek planên me hene ji bo toreke bihêz ya rêyê ku hemû bajarên me dê  bi hev ve girêde û em ê gav bi gav wan cîbicî bikin.”

Projeya ku di destpêkê de çend sal berê hatibû plankirin, dihat bipaşdexistin ji ber pirsgirêkên ku rêveberiyên berê yên Herêma Kurdistanê bi wan re rû bi rû diman.

Serokwezîr Barzanî diyar kir ku hikûmeta wî rijd e li ser cîbicîkirina wê projeyê bi şêweyên nûjen û standardên navdewletî, diyar kir, “Hêvîdar im şirket bi cîbicîkirina pirojeyê di demeke nêzîk de rê li ber berjewendiya hemû welatiyan veke” û tekez kir ku niştecihên Koyê hêjayî xizmetguzariyên baştir in.

Her wiha bal kişand ser derfetên karsaziyên xwecihî yên li nêzî projeya rêyê û got, “Ji bo welatiyên ku dixwazin li nêzî rêyê dest bi kar bikin, dê qadên diyarkirî werin danîn û em ê hevkariyê bikin da ku karibin ji van derfetan sûd werbigirin.”

Serokwezîr di dawiya axaftina xwe de bi hêvî xwest ku rêya dualî ya Hewlêr-Koyê di demeke nêz de bi dawî bibe û binesaziya herêmê baştir bibe û çalakiyên aborî li herêmê zêde bibe.