Serokwezîr Barzanî: Êrîşên li ser Herêma Kurdistanê ne rewa ne

08 nîsan 2026 14:08

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di daxuyaniyekê de derbarê agirbesta 15-rojî ya ku piştî pevçûna 40-rojî ya di navbera Amerîka û Îranê de hat ragihandin, hêviya xwe anî ziman ku agirbest bidome û rê li ber aştiyê û aramiya li herêmê veke. 

Serokwezîr Barzanî: Êrîşên li ser Herêma Kurdistanê ne rewa ne

RûpelNews - Di nirxandina xwe ya derbarê agirbesta ku di navbera Amerîka û Îranê de hat ragihandin de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî spasiya her kesê ku ji bo parastina Herêma Kurdistanê alîkarî kiriye, kir û got, "Ez hêvî dikim ku êdî hemû êrîşên li dijî sivîlan, Pêşmergeyan, binesaziya jiyanî û nûneriyên dîplomatîk bi dawî bibin."

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya ku li ser hesabê xwe yê Xê parve kirî wiha ye:

"Ez hêvî dikim ku agirbest di navbera Amerîka û Îranê de bidome û rê li ber aramî û aştiyeke mayînde li herêmê veke. 

Ez dixwazim spasiya her kesê ku piştgirî da me û alîkariya parastina Herêma Kurdistanê kiriye, bikim. Êrîşên li ser Kurdistanê tu carî nayên rewakirin. Ez hêvî dikim ku hemû êrîşên li ser sivîlan, hêzên Pêşmerge, binesaziya jiyanî û mîsyonên dîplomatîk êdî bi dawî bibin. 
Herêma Kurdistanê amade ye ku piştgiriyê bide hewldanên ku dê alîkariyê bidin kêmkirina aloziyan û vê pêvajoyê veguherînin aştiyeke mayînde li herêmê."