YEyê raporta penaberan wesand: Kurd koç dikin

01 adar 2024 16:56
YEyê raporta penaberan wesand: Kurd koç dikin
PeyamaKurd - Ajansa Penaberiyê ya Yekîtiya Ewropay (EUAA) raporta xwe ya serlêdanên penaberiyê weşand.

Ajansê ragihand ku sala borî ji 26 hezarî zêdetir welatiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo penaberiyê serî li welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) dane.

Li gor daneyên raportê, di 2023yan de ji Iraq û Herêma Kurdistanê ji 26 hezarî zêdetir kesan ji bo penaberiyê serî li welatên YEyê daye, ji sedî 38ê van serlêdanan hatine pesendkirin, ji sedî 6ê wan hîna di pêvajoya nirxandinê de ne û ji sedî 56ê serlêdanan jî hatine redkirin.

Di raporta EUAAyê de hatiye destnîşankirin ku di 2023yan de rêjeya serlêdanên penaberiyê ji salên berê ji sedî 18 zêdetir bûne û di 2023yan de hejmara hemû serlêdanan gihiştiye 1 milyon û 140 hezar kesan.

Li gor raportê, piştî qeyrana penaberiyê ya 2015 û 2016an, di 2023yan de serlêdanên penaberiyê gihiştiye asta herî bilind.

Li gor raportê, ji 3yan 1ê serlêdanan ango 335 hezar serlêdanan ji bo Almanyayê, piştî Almanyayê bi 167 hezaran Fransa, bi 162 hezaran Spanya û bi 136 hezaran jî Îtalya tên.

Li gor raportê her çend di 2023yan de ji Herêma Kurdistan û Iraqê 131 hezar kesan ji bo penaberiyê serlêdanê kiribe jî, hejmara serlêdanên Herêma Kurdistan û Iraqê li gorî salên borî kêm bûne.

Raport dide zanîn ku di 2022an de 27 hezar û 64 welatiyên Herêma Kurdistan û Iraqê serlêdan kirine.

Herî zêde ji Sûriye û Rojava serlêdan hatine kirin

Li gor daneyên raporta EUAAyê, herî zêde ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê serlêdanên penaberiyê pêk hatine. Di 2023yan de ji Sûriye û Rojava 181 hezar kesan serlêdana penaberiyê kirine.