NY, raporta penaberên Sûriyeyê yên li Herêma Kurdistanê ragihand

16 gulan 2022 18:25
NY, raporta penaberên Sûriyeyê yên li Herêma Kurdistanê ragihand

PeyamaKurd-Ajansa Penaberan a Neteweyên Yekbûyî, bi hevkariya Rêxistina Cîhanî ya Xurekê, li ser rewşa penaberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê yên li Herêma Kurdistanê raportek belav kir. Li gorî daneyên raporta 2022yan; li Herêma Kurdistanê, 257 hezar û 974 penaberên ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê hene.

Li gorî daneyên raporta Neteweyên Yekbûyî, ji %63yê van penaberan, li nav bajêr dijîn û ji %37 jî li nav kampan dijîn. Hat ragihandin ku li gorî bernameya Xurekê ya Cîhanî, hevkariya xurekê pêşkêşî ji %75ê penaberên nav kampan tê kirin. Ajansa Neteweyên Yekbûyî jî bi dana pereyan, hevkariya ji % 37ê wan penaberên derveyî kampan dike. Li gorî rewşa darayî ya penaberan a sala 2021ê;  di nav penaberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê yên li Herêma Kurdistanê de ji %93yê penaberan, debara xwe bi karên demkî dikin û dahata penaberên nav kampan, ji dahata penaberên derveyî kampan kêmtir e.

Daneyên raportê yên sala 2021ê nîşan didin ku tenê ji %14ê penaberên nav kampan û ji %43yê wan penaberên li derveyî kampan dijîn, xurekên pêwîst bi destên wan ketine. Ango rêjeya sala 2020an jî ji %36an gihîştiye ji %74an. Bernameya Xurekê ya Cîhanî balê dikişîne ser serjimêriyeke meha Adara îsal û dibêje, ji %70yê penaberên nav kampan, ji ber bilindbûna buhayên kelûpelan, xerciyên xwe kêm kirine. Bernameya Xurekê ya Cîhanî, ji bo hevkarîkirina 72 hezar penaberên Sûriyeyê yên li Iraqê, ji bo sala 2022yan daxwaza 20.5 milyon dolaran dike û dibêje;  “Heta niha 10.4 milyon dolar gihîştinê û ligel wê hevkariya ji sala 2021ê jê re maye. Bernameya Xurekê ya Cîhanî dikare heta meha Hezîrana îsal hevkariyê pêşkêşî penaberan bike.”

Daneyên raportê nîşan didin ku Bernameya Xurekê ya Cîhanî, ji bo kirîna xurekê hevkariya darayî pêşkêşî 72 hezar penaberan dike ku ji %75ê wan, di nav kampan de dijîn û mehane ji bo her kesekî/ê, 24 hezar dînar tê dayîn. Hat ragihandin ku Hikûmeta Iraqê, niha hevkariya xurekê nade penaberan.