Yekîtiya Ewropayê koma Wagner xist lîsteya sizayan

14 nîsan 2023 12:34
Yekîtiya Ewropayê koma Wagner xist lîsteya sizayan

PeyamaKurd – Yekîtîya Ewropayê (YE) kompanyaya ewlekariyê ya Rûs Wagner Group û dezgeha ragihandinê ya Rûsî RIA FAN xiste lîsteya sizayan.

Di daxuyaniya Konseya Ewropayê de hat ragihandin, Koma Wagner û RIA FAN bi hinceta ku yekparebûna axa Ukraynayê, serwerî û serxwebûna Ukraynayê tehdîd dikin, ketin lîsteya sizayan.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku YEyê di 25ê Sibatê de biryar dabû ku li ser 11 kes û 7 rêxistinên girêdayî Koma Wagnerê sizayan bisepîne. Hate diyarkirin, Koma Wagner a ji aliyê Yevgeny Prigojin ve tê fînansekirin, bi awayekî aktîf beşdarî êrîşên Rûsyayê yên li ser Ûkraynayê bû û êrîşên li Soledar û Bahmutê bi rê ve bir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, RIA FAN ku karsazê Rûs Progojin Serokê Lijneya Birêveberiyê ye, ajanseke nûçeyan a ku li Rûsyayê propagandaya hikûmetê dike û dezenformasyonê dike.

Bi biryara dawî ya Konseya Ewropayê re hejmara kesên di lîsteya sizayên ku YEyê ji ber Ûkraynayê li ser Rûsyayê sepandine bûn 1473, hejmara rêxistinan jî bû 207.

Di nav sizayên YEyê de qedexeya geştê, cemidandina mal û milk û qedexekirina fînansekirina kesên di lîsteyê de hene.