Yekîtiya Ewropayê Serokomarê Belarûsê Lukasenko xist lîsteya sizayan
PeyamaKurd – Serokomarê Belarûsê Aleksander Lukaşenko, kurê wî û 13 kesên din, ji aliyê Yekîtiya Ewropayê (YE), ket lîsteya sizayan.
Kosneya YEê bi daxuyaniyekê ragihand, Lukaşenko, kurê wî Viktor Lukaşenko yê li Belarûsê Şêwrimendê Ewlekariya Neteweyî ye û 13 kesên din, ketin lîsteya sizayan.
Konseya YEê da zanîn, biryara sizayan ji ber wan zextên li ser rikeberiyê yên piştî hilbijartinên meha Tebaxê hatine sitendin.
Bi vê biryarê re, hejmara kesên li rêvebiriya Belarûsê yên YEê dijî wan siza ragihandine, bû 59.
Ew sizayên YEê, bo wan kesên Belarûsî qedexeya rêwîtiyê çêdike û nahêle ku welatî û kompaniyên yekîtiyê bi wan re danûstandinên aborî pêk bînin.
YE diyar dike, Lukaşenko di hilbijartinên Serokomariyê de, sextekarî kirine û ew wî wek Serokomarê rewa yê wî welatî nas nake.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin