Yekîtiya Ewropayê sepandina dorpêçên ser Belarûsê qebûl kir

02 adar 2022 20:35
Yekîtiya Ewropayê sepandina dorpêçên ser Belarûsê qebûl kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Yekîtiya Ewropayê (YE) ji ber piştevaniya wê ya Rûsyayê bo dagirkirina Ûkraynayê, pakêteke dorpêçan pesend kir.

Dîplomatekî YEyê ji Reutersê re eşkere kiriye ku ji ber piştgirîya Belarûsê bo êrîşên dagirkirina Ûkraynayê YEyê dorpêçên nû bo Belarûsê pesend kir.

Hatiye diyarkirin ku mebesta dorpêçên ser Minskê de, rawestandina berhemên hawirdeya ji derve ye.

Herwiha rayedarê ewropî daye zanîn ku wê dorpêç li ser olîgarkan, banka navendî bin û wê Belarûs jî wekî Rûsya ji sîstema bankevaniyê ya Swiftê bê derxistin.