Yekîtiya Ewropayê 7 bankeyên Rûsyayê bi fermî ji SWIFTê derxist
PeyamaKurd - Dorpêçên Yekîtiya Ewropayê (YE) yên ser Rûsyayê di rojnameya fermî ya YE de hatin weşandin û ketin pratîkê.
Li gorî wan dorpêçên hatine ragihandin, 7 bankeyên rûsî bi fermî ji sîstema transfera pereyan SWIFTê hatin derxistin.
Bankayeên ji SWIFTê hatine derxistin; Bank Otkriti, Novikombank, Promsvyazbank, Bank Rossiya, Sovcombank, VNESHECONOMBANK (VEB) û VTB BANK in ku heta deh rojan ew banke êdî nikarin di veguhestinê de SWIFTê bikar bînin.
Seroka Komîsyona YEyê Ursula von der Leyen, li ser medya civakî got, "Biryara îro ya derxistina ji SWIFTê ya bankeyên girîng ên Rûsyayê, wê sinyaleke zelal ji Pûtîn û Kremlînê re bişîne."
Hêjayî gotinê ye, SWIFT sîstemeke cîhanî ya veguhestina diravî ye ku 200 welat û zêdetirî 11 hezar saziyên fînansê wê bikar tînin. Tê çaverêkirin ev biryar ziyaneke mezin a aborî bide Rûsyayê ku êdî wê nikaribe danûstandinên diravî ligel cîhanê pêk bîne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin