Nameyek ji aliyê 45 rêxistinên Rojavayê ji NYê û Yekîtiya Ewropayê re hat sandin

09 gulan 2022 15:01
Nameyek ji aliyê 45 rêxistinên Rojavayê ji NYê û Yekîtiya Ewropayê re hat sandin

PeyamaKurd – Nameyek ji aliyê 45 rêxistinên hiqûqî, ragihandinê û civaka sivîl yên Sûrî ji bo xeteriya projeya Tirkî ya pêkanîna guhertina demografîk li Rojavayê Kurdistanê, ji sekretêrê giştî yê NY û Yekîtiya Ewropayê hat şandin.

Rêxistinan di nameya xwe de vegerandina milyonek kesî ji bo deverên Rojavayê Kurdistanê, weke plana guhertina demografîk a herî xeter bi nav kir.

Di nameyê de diyar kir, ew dibînin ev plan wê encamên gelekî xerab bi xwe re bîne û wê rageştiyeke mezin li nava tevahiya Sûrî çêke.

Herwiha eşkere kirin, ev deverên ku weke “ewle” tên pênasekirin, di rastiya xwe de, li wir kuştin, dizî û revandina mirovan lê çêdibin û ev ji hêla rêxistinên hiqûqî ve hatiye belgekirin.

Rêxistinan di heman demê de eşkere kirin, erdê xelkê û mûsima çandiniyê û darên zeytûnan bi zorê tên destserkirin.

Herwiha sûcên tirsandina mirovan ji bo koçberkirina wan û bi taybet Kurdan bi destê “Artêşa Azad” û serperştiya leşkerên Tirk dewam dikin.

Rêxistinan qala avakirina malên mîtingeriyê jî kir û bêdengiya cîhanê li hemberî wan rexne kir.

Rêxistinan di nameya 45 rêxistinên hiqûqî û ragihandinê de, ev metirsî hatin rêzkirin:

  • Guhertina demografîk li Bakur û Rojhilatê Sûrî dewam dike û ev yek xeter e.
  • Anîna milyonek Sûrî ne ji xelkê resen, wê şerekî nevxweyî li herêman rû bide.
  • Bicihbûna kesên ne Sûrî di hindirê malên mêtîngeriyê de, wê bi awayekî xerab li herêmê vegere.

Wan rêxistinan di nameya xwe ya ji bo NY û YE de ev daxwaz kirin.

  • Tirkiyê û çeteyên xwe ji bo sûcên xwe yên li Bakurê Sûrî werin cezakirin.
  • Sûcdarên destê wan di kuştin, koçberkirin û revandinê de hebe werin dadgehkirin.
  • Destek ji bo projeya Erdogan a vegerandinê neyê kirin û di warê qanûnî de neyê rewakirin. Da ku şerekî navxweyî li wan herêman çênebe, ji ber ku ev yek guhertina demgrafîk pêk tîne.
  • Heta ku çareserî li Sûrî çênebe, bila tu penaber vengerin da ku nebin armanca Rejîmê.