Xwepêsanderan agir berda Navenda Lîwaya Bedirê

13 rêbendan 2020 15:07
Xwepêsanderan agir berda Navenda Lîwaya Bedirê

PeyamaKurd – Xwepêşanderan li Kerbelayê agir berdan Navenda Navenda Lîwaya Bedirê ku girêdayî Heşda Şeibî ye.

Li gorî zanyariyên Asayişa Kerbelayê, xwepêşanderan li Kerbelayê agir berdan Navenda Navenda Lîwaya Bedirê ku girêdayî Heşda Şeibî ye. Hêzên hawarçûn û agirkujiyê bi zehmetî agir vemirandin.

Hewil dan têkevin avahiya wîlayetê

Xwepêşanderan êriş bir ser navenda wîlayeta Kerbelayê jî. Hêzên ewlekariyê hewil dan xwepêşander nekevin navenda wîlaeyê û ji bo girse belav bibe bombeyên îsotê bi kar anîn, xwepêşanderan jî bi kevir û molotofan bersiv dan.

Li Besrayê rojnameger bi desten kesên nenas û bi suîqesdê hatin kuştin û vê yekê kir ku xwepşander car din derkevin kolanan.

Xwepêşander daxwaz dikin ku namzedek were ser kar ku serî li ber hêzên navdewletî netewîne.