Xwepêsanderan careke din agir berda konsûlxaneya Îranê

02 berfanbar 2019 04:07
Xwepêsanderan careke din agir berda konsûlxaneya Îranê

PeyamaKurd – Çavkaniyên ewlekariyê yên herêmî ragihandin ku konsûlxaneya îranê ya Necefê careke din ji aliyê xwepêşanderan ve hatiye şewitandin.

Li gorî zanyariyên çavkaniyên ewlekariyê, konsûlxaneya Îranê ya Necefê ku çend roj berê ji aliyê xwepêşanderan ve hatibû şewitandin, îro careke din ji aliyên hin kesên nasnameya wan nehatiye diyarkirin ve hatiye şewitandin.

Hat ragihandin ku hewlên vemirandina agirê avahiya konsûlxaneyê berdewam dikin û hat zanîn ku dema agir berdanê ti kes di hûndirê konsûlxaneyê de nebûye.

Xwepêşandanên Iraqê tevî ku Serokwezîr Adil Ebdulmehdî îstifa kir jî berdewam dikin û li gorî agahiyan, xwepêşander îro ketine avahiya parêzgariya Qedîsiyê û hemû rêyên diçin parêzgehê jî ji çûnûhatinê re girtine.