VIDEO | Îran: Xwepêsanderan agir berdan mala Xumeynî!
PeyamaKurd – Xwepêşandanên ku bi qetilkirina Mahsa Emînî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê destpê kiribûn, li seranserê welêt berdewam dikin.
Di demekê de ku roj bi roj xwepêşandanên kolanan û tundûtûjiya di navbera hêzên ewlekariyê û xwepêşanderan de li welat zêde bûne, wêneyên şewitandina mala berê ya Ayetullah Xumeynî, “pêşengê şoreşa Îslamî” û yekem rêberê olî yê rejîmê li ser torên civakî belav bûne.
Mala ku Xumeynî lê hatiye dinê şewitandin
Di bûyeran de xwepêşander xalên girîng ên rejîmê dikin armanc. Di vê çarçoveyê de bajarê Xumeynî bajarê ku pêşengê Înqilaba Îslamî ya Îranê û yekem rêberê olî yê rejîmê Ayetulah Xumeynî lê ji dayîk bûye, bûye şahidê bûyereke dîrokî. Xwepêşanderan mala ku Xumeynî lê ji dayik bûye şewitandin. <
>İran'da Mahsa Amini gösterileri
— euronews Türkçe (@euronews_tr) November 18, 2022
Ülkenin ilk dini lideri Ayetullah Humeyni'nin evi ateşe verildi
Di dîmenên ji xwepêşandanên Tehranê hatin parvekirin de xwepêşanderan dirûşmên "Îsal sala xwînê ye û Xamineyî wê hilweşe" berz kirin.
Saziya Mafên Mirovan a Îranê (ÎHR) ragihand ku hejmara kesên ku di encama destwerdana hêzên ewlehiyê di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 342 kesan û hejmara girtiyên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn jî bûye 5 kes.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin