Îran: Derewe ku agir berdane mala bavê Ayetullah Humeynî

19 mijdar 2022 04:52
Îran: Derewe ku agir berdane mala bavê Ayetullah Humeynî

PeyamaKurd – Li ser medya civakî hat ragihandin ku li Îranê, mala bavê Ayetullah Ruhullah Humeyni ku niha weka muze tê bikaranîn, bi molotof kokteylê êrîş kirinê û beşekî jê şewitiye. Mala bavê wî, li bajarê Ayetullahê ye. Li gor ragihandina medya Îranê ev mijar derewe û xaniyê ku hatiye şewitandin weka yê mala bavê Ayetullah Humeyniye û tenê dirûv lê dide.

Ajansa Îranê ya bi navê Tesnîmê ku nîv fermiye ragihand ku nêzê mala bavê Ayetullah Humeynî xwepêşandanekî biçûk hatiye kirin û derewe ku agir berdane malê.

Li Îranê û Kurdistanê ji 16 ê êlûnê heya niha xwepêşandanên li hemberê kuştina keça Kurd Mahsa Jîna Emînî nerawestiyane û dewam dikin.