Serokê Mossadê û CIAyê îhtîmala hevdîtina agirbesê û esîran ya bi Hamsê re kirin

10 adar 2024 02:36
Serokê Mossadê û CIAyê îhtîmala hevdîtina agirbesê û esîran ya bi Hamsê re kirin

PeyamaKurd – Serokê îstîxbarata derve yê Mossadê David Barnea û serokê îstîxbarata Amerîka yê CIAyê William Burns, li ser îhtîmala agirbesê û guherînên esîran yên bi Hamasê re bikin civiyan. Ragihandina nûçeyê ji aliyê serokwezîrtiya Îsraîlê de li ser navê Mossadê hat kirin.

Nehat gotin bê hevdîtin li ku derê çêbûye. Di ragihandinê de hat gotin ku ji bo valahiyên di muzakereyân de bên tijekirin, têkiliyan di rêya navbeykaran de dimeşînin.

Herî dawiyê muzakere di 3yê Adarê de li Qahîre ya Misrê bi tevlîbûna Misir, Qatar, Hamas û Amerîkayê destpêkiribû.