Erebistana Sa’ûdiyê ji îhtîmala hevdîtina Putin û Trump ya li welatê wan raziye

15 sibat 2025 21:11
Erebistana Sa’ûdiyê ji îhtîmala hevdîtina Putin û Trump ya li welatê wan raziye

PeyamaKurd –  Erebistana Sa’ûdiyê ji îhtîmala hevdîtina serokê Rûsyayê Vladimir Putin û serokê DYAyê Donald Trump ya li welatê wan raziye.

Wezareta karên derve ya Sa’ûdiya Erebistanê pesnê axaftina Putin û Trump ya di rêya telefonê de bilind nirxand û li ser rewşa çareseriya krîza navbera Rûsya-Ûkraynayê rawestiya.

Wezaret, roja Înê di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de daxwuyaniyekî xwe da, pesnê axaftina telefona navbera her dû lîderan da. Wezaret her weha got ku wê di nêz de hevdîtina her dû serokan bibe û îşretê da bi bal îhtîmala hevdîtina li Erebistanê.

Wezaretê ragihand ku ew amadene bibin malxoyê hevdîtina li welatê Erebistana Sa’ûdiyê.