Xwedîderketina Behrem Salih a Îranê bû sedema lêpirsînê
PeyamaKurd - Piştî ku demek berê Serokomarê Iraqê Berhem Salih li Tehran a paytexta Îranê di daxuyaniyeke xwe de, gotibû, ‘Pêwîst e li Rojhilata Navîn Eniyek were avakirin û Îran tê de xwedî roleke girîng be’ akademisyen û lêkolînerên Iraqê nerazîbûn nîşan dan.
Navenda Iraqa Nû ya Lêkolînan ku ji endam û kesayetên akademîsyen û pisporên taybet ên aliyên cuda pêk tê ragihand, pêwîst e parlamentoya Iraqê lêpirsînê ji bo serokkomarê Iraqê Berhem Salih bide destpêkirin.
Navenda Lêkolînan bi sedema gotinên Berhem Salih ên, ‘Pêwîst e li Rojhilata Navîn Eniyek were avakirin û Îran tê de xwedî roleke girîng be’ dixwaze lêpirsîn li ser were destpêkirin ku niha Amerîkayê jî li hember Îranê qonaxa duyem a dorpêçan ragihandiye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin