Bi sedema Newrozê, îstîxbarata Îranê li bajarê Urmiyê Muhammed Alî Azarî girtin
PeyamaKurd - Muhammed Ali Azari ji bajarê Urmiya rojhilatê Kurdistanêye û ji ber rola wî di rêvebirina pîrozbahiya cejna Newrozê de heye, ji aliyê daîra îstîxbarata bajarê Urmiyê de hat girtin.
Li gor ragihandina Rêxistina Mafê Mirovan ya bi navê Hengawê; Kurdê bi navê Muhammad Ali Azari, di 28ê Adara 2025an de, serê siba seet di 07.00an de, ji aliyê ajanên îstîxbarata Îranê de, ji mala wî bi zorê girtine û birine.
Çavkaniyên Hengawê piştrast kirine ku girtina wî bi sedema rola wî ya di pîrozkirina Newrozê de ye.
Muhammad Ali Azari yê binçavkirî, birine ciyekî nediyar û di dema rapora Hemgawê hatiye belavkirin de, kes nizane li ku derêye û jê ti agahî nehatiye sitendin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin