Xelata Nobela Fizîkê 3 zanyarên Amerîkî, Fransî û Nemsayî wergirt
PeyamaKurd – 3 zanyarên Amerîkî, Fransî û Nemsayî hêjayî Xelata Nobel a Fîzîkê ya 2022yan hatin dîtin.
Akademiya Zanistan a Şahîtiya Swêdê bi daxuyaniyekê ragihand, Xelata Nobel a Fîzîkê ya îsal pêşkêşî 3 zanyaran hatiye kirin ku yek ji wan Fîzîkzanê Fransî Alain Aspect, John F. Clauser fîzîkzanê Amerîkî yê ceribandin û teoriyê û Anton Zeilinger fîzîkzanê Nemsayî (Awusturyayî) yê kuantomê ne.
Akademiyê diyar kir ku xelat bi minasebeta “ceribandinên li ser fotonên tevlîhev, nîşandana berevajîkirina newekheviyên Bell û pêşengiya wan di zanista agahdariya kuantumê de” bo her sê zanyaran hatiye dayîn.
Hat eşkere kirin ku bi van ceribandinên pêşketî re Aspect, Clauser û Zeilinger potansiyela kontrolkirin û vekolîna perçeyên tevlîhev nîşan didin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin