Bernameya Xurekê ya Cîhanî hêjayî Xelata Nobela Astiyê hat dîtin

09 cotmeh 2020 18:32
Bernameya Xurekê ya Cîhanî hêjayî Xelata Nobela Astiyê hat dîtin

PeyamaKurd – Îro 9ê Cotmehê Desteya Pêşkêşkirina Xelata Nobel a Aştiyê li paytexta Norwecê Osloyê bi merasîmekê ragihand ku Bernameya Xurekê ya Cîhanî (WFP) Xebata Nobela Aştiyê ya 2020an wergirtiye.

Desteya Nobelê ev xelat bi sedema ku hewldanê WFPê yên bo rûbirûbûna birçîtiyê û hewldanên nehiştina birçîtî weke çekekê li navçeyên ne ewle bê bikaranîn daye wê rêxistinê ku hatiye gotin, wan ji ber wê yekê xelat daye WFP daku cîhan awirekê bide ser milyonan kesên ji birçîtiyê dinalin yan jî metirsiya birçîbûnê li ser wan heye.

318 namzedên Nobela Aştiyê hebûn ku ji wan 211 kesayetî bûn û 107 jî rêxistinên cîhanî bûn.

Xelata Nobel ji aliyê zanayê Swêdî, Alfred Nobel ve hatiye danîn û di wesiyetnemaye xwe de daxwaz kiriye, ku salane ev xelat bê dayîn û her sal ev xelat bi merasîmeke taybet li Oslo ya paytexta Norwecê tê dayîn.

Yekemîn Xelata Nobel ya di warên wêje, fîzîk, kîmya û pizîşkî de di sala 1901an de ji aliyê Akademiya Şahnişîniya Muzîkê li Stockholmê hatiye dayîn û piştre jî di sala 1902an de Şahê Swêdê bi xwe xelatên Nobelê pêşkêş kirin.