Xelata Nobela Aboriyê 2 aborîzanên Amerîkî wergirt
PeyamaKurd – Xelata Nobelê ya Aboriyê du zanyarên Amerîkî Paul R. Milgrom û Robert B. Wilson ên ji Zanîngeha Stanfordê wergirtin.
Akademiya Zanistê ya Şahîtiya Swêdê îro 12ê Cotmehê ragihand ku Xelata Nobelê ya Aboriyê du hemwelatiyên Amerîkayê bi navên Paul R. Milgrom û Robert B. Wilson wergirtine ku li Zanîngeha Stanfordê dixebitin.
Herdu aborîzanên Amerîkî ji ber teoriya mezatê (auction theory) ya eşkere û dîtina formên nû yên mezatê hêjayî xelata Nobelê hatin dîtin.
Xelatên Nobelê yên îsal wê wekî her sal 10ê meha Kanûnê bi merasîmeke taybet werin belavkirin ku her xelatgirek 10 milyon kronê Swêdî jî distîne.
BREAKING NEWS:
— The Nobel Prize (@NobelPrize) October 12, 2020
The 2020 Sveriges Riksbank Prize in Economic Sciences in Memory of Alfred Nobel has been awarded to Paul R. Milgrom and Robert B. Wilson “for improvements to auction theory and inventions of new auction formats.”#NobelPrize pic.twitter.com/tBAblj1xf8

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin