Helbestvana Amerîkî Xelata Nobela Edebiyatê ya 2020an wergirt

08 cotmeh 2020 23:01
Helbestvana Amerîkî Xelata Nobela Edebiyatê ya 2020an wergirt

PeyamaKurd – Xelata Nobel a Edebiyatê ya 2020an bo nivîskar û helbestvana Amerîkayê Louse Gluck hat dayîn.

Akademîya Nobelê ya Swêdê ragihand ku Xelata Edeebiyatê ya Nobela 2020an Louise Gluck wergirtiye û wekî sedema wergirtina xelatê jî hat gotin, “Dengê wê yê helbestî yê bêqusir yê saf û bêxemil ku hebûna takekesî dike gerdûnî” hêjayî xelatê hatiye dîtin.

Sala 2011an jî helbestvanekî Swêdî Tomas Transtromer yê Swêdî Xelata Wêjeyê ya Nobelê wergirtibû.

Berî Gluck, cara pêşî ji Amerîka Toni Morrison di sala 1993yan de xelata Nobelê standiye.

Wê Glcuk 10 mîlyon kronê Swêdî wergibire ku ew bi qasî 1 mîlyon 126 hezar dolar dike.

Louse Gluck di sala 1943yan de li New York City hatiye dinê, di sala 2003yan de jî ji alîyê Pirtûkxaneya Kongresa Amerîkayê ve wek Poet Laureate (Helbestvana Hezin) hatibû bijartin.