WHO yê dermanê tayê yê taya li Sahra Afrîkayê tesdîq kir

07 cotmeh 2021 01:21
WHO yê dermanê tayê yê taya li Sahra Afrîkayê tesdîq kir

PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê WHO (World Health Organisition) bi sedema li Sahra Afrîkayê nexweşîna tayê ya ku derketiye û dibe sedema mirina zarokan, li hemberê wê dermanê ku hatiye hilberîn yê bi navê RTS,S/AS01 yê ji bo bikaranînê tesdîq kir.

WHO yê, bi awayeka nivîskî ragihand ku aşiya hatiye bipêşxistin, behsa pêvajoya ceribandinê û bandora wê kir. Di ragihandinê de hat gotin ku aşi ji sala 2019 an û heya niha li welatên Gana, Kenya û Melviyê hatiye ceribandin û bergiriyê li Ta ya Avareş ku taya bi jehre, dike. Li ser mijarê sekreterê giştî yê WHO yê Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus weha got:

“Ev wextekî dîrokiye. Aşiya tayê dermanekî wisaye ku demeke dirêje herkes li bende ye û dinya zanistê ji aliyê kontrola tenduristiya zarokan û kontrola tayê de çaxekî nû vekirine.”

Ta ya navborî, nexweşîneka zarokaye ku wan dikuje û li Afrîkayê, serê her 2 deqeyan zarokekî dikuşt. Li seranserê Afrîkayê salê li dora 500 hezar kes ji ber tayê dimirin û nîvê miriyan zarokbûn.