Li Cîbûtiya Afrîkayê ji bo pêsîlêgirtina tayê kelmêsên çêkirî hatin ceribandin
PeyamaKurd - Li welatê Afrîka Cîbûtiyê, bi deh hezaran kelmêşên ku ji bo bi cureya kelmêşên ku dibin sedema tayê re tekoşînê bike genetîka wan hatiye guhertin, li xwezayê hatin berdan.
Kelmêşên cureya Anofel Stephesî yên nêr ku bi mirov venadin, ji aliyê Kompaniya Oxitec a biyotenolojiyê ya ku navenda wê li Brîtanyayê ye ve hate hilberandin.
Cureya kelmêşan a Anofel Stephesî, bi geneke ku li wan hatiye barkirin, beriya gihîştinê kelmêşên mê dikuje.
Weke tê zanîn; ta û nexweşiyên din ên vîral, tenê bi vedana kelmêşên mê rû didin û belav dibin.
Kelmêşên ku genetîka wan hatiye guhertin dema bi kelmêşên din re pêwend dibin, tenê çêlîkên nêr dikarin xwe li jiyanê bigirin û yên mê dimirin.
Ev rêbaz li Rojhelatê Afrîkayê yekem car, li gelemperiya Afrîkayê jî duyem car tê azmûnkirin.
Ta, li Afrîkayê her sal dibe sedema mirina 500 hezar kesî û li dinyayê jî dibe sedema mirina 600 hezar kesî.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin