Cizayê hepsê heta hetayê hat dayîn miftiyê berê yê Sûriyê
Ehmed Hassun ku di dema Beşar Esad de wek Muftiyê Sûriyê kar dikir, bi töhmetin cuda dihat darizandin bi biryara dadgehê bi cezayê hepsa heta hetayê hate cezakirin.
RûpelNews - Ehmed Hassun muftiyê berê yê rejîma hilweşandî ya Sûriyê, di darizandineke ku tê de ji ber çalakiyên xwe yên di dema desthilatdariya rejîmê de hatibû tawanbarkirin, bi cezayê hepsa heta hetayê hate mehkûmkirin.
Biryar di rûniştina şeşemîn a darizandinê de, ku li Dadgeha Bilind a Cezayê ya 4emîn a li Şamê hat lidarxistin, piştî guhdarkirina îfadeyên şahidan ên di rûniştinên berê de hat ragihandin.
Di biryara dadgehê de hat gotin ku, ligel cezayê heta hetayê yê li Hassun hatibû birîn, ew ê mafê tu efûyeke giştî an taybet wernegire û serbestberdana wî ya bi şert ne mimkun e.
Dadgehê kiryarên Hassun wek êrîşên bi mebesta handana şerê navxweyî û pevçûna mezhebî, her wiha wek jenosîd û sûcên şer pênase kir.
Dadwer diyar kir ku delîlên di dozê de hatine komkirin nîşan didin ku saziyên olî yên fermî di dema rejîma hilweşandî de ji bo peydakirina hinceteke olî ji bo operasyonên leşkerî û ewlehiyê û ji bo hewldana pêşkêşkirina van operasyonan wekî rewa di ber çavê gel de hatine bikaranîn.
Dadgehê her wiha diyar kir ku hat tespîtkirin ku Hassun di berdêla serbestberdana sivîlên ku ji aliyê servîsên ewlehiyê yên rejîma berê ve di bin destê wan de bûn, pere û diyarî wergirtine.
Di 11ê Tebaxê de, Dadgeha Cezayê ya 4emîn a li Şamê 8 gumanbaran, di nav de Beşar Esad, birayê wî Mehemed el-Esad û pismamê wî Etef Necîb, ji ber kuştina sivîlan û îşkenceya ku bûye sedema mirinê, bi îdamê mehkûm kiribûn.
