Dermanê tayê yê nû hat qebûlkirin
PeyamaKurd- Dermanekî ku di yek carê de nahêle nexweşîna tayê dubare bibe, ji aliyê Daîra Xida û ya Derman ya Amerîka de hat tesdîqkirin.
Parazîta bi navê Plazmodyum vivaks dibe sedema nexweşîna tayê lê cûreyeka wê heye ku nexweşînê nû dike û li hemberê wê parazîtê, zanyarên zanistê dermanekî çêkirin ku ji aliyê zanyaran ve weka “serkeftineka awarte” hat binavkirin û îzna wê hat dayîn ku li Amerîkayê bê bikaranîn.
Derman, ew parazîta di kezeba reş de bi salan dikare di xew de bimîne û çend caran dikare êrîş bike bedenê,dikare plazmodyum vivaksê di yek dozekî de ji ciyê ku dixewe de derxe û bavêje.
Dermanê ku bo taya xwe nû dike, divê 14 roj bê bikaranîn. Pispor dibêjin ku hinek nexweş piştî xwe baş hîsdikin, dev ji bikaranîna derman berdidin.
Bikaranîna derman, di mijara wê di deverên din yên dinyayê de bê bikaranîn an na de, wê paşî biryara wê bê dayîn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin