Pentagonê nexwesxana sahrayî sand Hatayê

26 sibat 2023 02:18
Pentagonê nexwesxana sahrayî sand Hatayê

PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Pentagonê ji bo mexdûrên erdheja li Hatayê nexweşxana sahrayî datîne û di nexweşxanê de 100 nivîn, oda lezgîn, 2 odeyên emeliyatê û yek jî oda hûrlênêrînê heye. Serkonsolosiya Amerîkayê ya Ankara ragihand ku nexweşxane di 22 yê sibatê de gihaye baregeha İncirlikê ya Amerîkayê ya li Adanayê. Ragihandin di malpera înternetê ya serkonsulxanê de hatiye kirin. Di daxwuyaniyê de weha hat gotin:

“Fermandariya hêzên deryayî ya Awrûpayê ya Amerîkayê, fermandariya gihandinê TRANSCOM, NORTHCOM û USAF bi fermandariya Muharebe ya Hewayî ACC re bi koordîne tevgeriyane û baregeha Teksasê ya li bajarê San Anonio û bagereha Virginiayê ya bajarê Langleyê bi alîkariya leşkerên ku di wan de wezîfedarin, wezareta bergiriyê karibiye gihandina nexweşxana sahrayî hêsan bike.”

Fermandarê hêza wezîfê tûxgeneral Andrew Priddy ragihand ku:

“Em bersiva daxwaza hukumeta Tirkiyê didin da ji bo mexdûrên erdhejê ku ji erdhejê bandorê dîne, ji bo ji wan derfetên tendurisitiyê biafirînin. Hevkarên me yên Tirk bi astengiyên kavilan re meşxûlin û em bi serbilindî alîkariya wan dikin. Nexweşxane li Hatayê ji ber ku zêde xelkê Hatayê mexdûr bûye datînin. Nexweşxane bi rêya USAIDê tê danîn û li ser daxwaza wezareta tenduristiyê ya Tirkiyê wezîfa xwe dikin. Avakirina nexweşxane di 25 ê sibatê de destpêdike û wê di nav hefteyekî de biqede. Piştî qedandina nexweşxanê wê nexweşxane dewrî wezareta Tenduristiyê ya Tikiyê bêkirin.

Wê nexweşxane karibe alîkariyê bide wezîferadên profesyonel yên Tirkiyê û derfetê bide xebata wan. Piştî çêbûna erdhejê hêzên me yên deryayê bi hevkarên dezgeyên me yên Amerîkayê re, bi Tirkiyê re di nav koordînasyonê de tevgeriyane û li baregeha İncirlikê navenda operasyonên alîkariyê ava kirine.”