Serdaneke Krîtîk | Sanda Pentagonê li Rojavayê Kurdistanê ye
PeyamaKurd – Li demeke ku nîqaşên avakirina herêma ewle bi pêşengiya Amerîkayê berdewam dikin de, şandeke bilind a Hevpeymaniya Navdewletî û Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) li bajarê Eyn Îsayê ji bo danûstandinan serdana Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û rayedarên Rêveberiya Xweser a Rojava kir.
Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmê, şanda Amerîkî bi seroktiya William Rubak, îro sibehê derbasî bajaroka Eyn Îsayê bû û dest bi danûstandinên ligel rayedarên HSDê kir.
Tê çaverêkirin di vê serdanê de, mijara sereke ji bilî paqijkirina bermayiyên DAIŞê plana Herêma Ewle ya ku Amerîka dixwaze bi hevkariya çend welatan ava bike be.
Nûnerê Serokê Amerîkayê yê Sûriyê James Jeffrey beriya niha ragihandibû ku bi Tirkiyê re gihîştine asta lihevkirinê, lê hîn jî danûstandin dewam dikin û mijara awayê avakirina herêma ewle zelal nebûye.
Hêjayî gotinê ye, Tirkiye naxwaze HSD/YPG di herêma ewle de cî bigire û herwiha HSD û Rêveberiya Rojava jî qebûl nake ku herêma ewle di bin kontrola Tirkiyê de be û hêzeke navdewletî ya derveyî Tirkiyê pêşniyar dike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin