Sanda frensî ku serdana Rojavayê kir daxuyaniyên girîng dan

01 hezîran 2019 17:55
Sanda frensî ku serdana Rojavayê kir daxuyaniyên girîng dan

PeyamaKurd – Şandeke frensî, bi serokatiya Serokê Kordînasyoniya Karûbarên Derve yê Fransayê Marielle de Sarnez duhî serdana bajarê Rojavayê yê Kobaniyê kir.

Marielle de Sarnez û şanda pê re ji bo rewşa heyî di cihê cih de bibînin serdana Kobaniyê kirin. Şanda Frensî ji rayedarên Rojavayî derbarê rewşa dawî agahî wergirtin û paşê jî serdana Goristana Şehîd Dîcle kirin.

Piştî serdana rayedarê frensî ji çapemeniyê re axivî, “Ez bejna xwe li ber şehîdan ditewînim ku canê xwe di ber azadiya xwe de feda kirine. Ez hatim serdana wan cangoriyên ciwan ku canê xwe di ber têkoşîna rêxistina terorîst a DAIŞê de dane. Ez bejna xwe li ber bîranîna wan a ezîz diçemînim.”

Sarnez, “Ev ji bo azadiya herêmê bû. Ji vir dikarim ji dil û can bibêjim ku, wan ne tenê ji bo vê herêmê lê ji bo dinyayeke bêsînor canê xwe dam. Ji bo qenciyên wan ên ku ji bo Fransa û Ewropayê kirin, spasdar im.”

“Ji bo bidawîanîna DAIŞê canê xwe dan. Jiyana xwe serûbino kirin. Ji bo me gişan canê xwe ji dest dan. Ji bo evqas qenciya wan ez hatim serdana van şehîdan.”


Nivîskarê lîstika navdar eşkere kir: Min ji YPGê sûd wergirt