WHO: Berxwedana bakteriyan li dijî antîbiyotîkan zêde dibe

20 hezîran 2019 02:37
WHO: Berxwedana bakteriyan li dijî antîbiyotîkan zêde dibe

PeyamaKurd- Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê WHO ragihand ku bikaranîna antîbiyotîkan bi awayeka şaş, berxwedana bakteriyan li dijî antîbiyotîkan zêde dike. Rêvebirê giştî yê WHO yê Tedros Adhanom Ghebreyesus mijarê weha ragihand:

“Berxwedana bakteriyan li dijî antibiyotîkan, pêşdeçûnên tibbî yên sed salî tehdîd dike. Em antîbiyotîkan dikin 3 grûb. Yên di grûba ewilî de wê di nexweşînên ciddî yên enfeksiyonan de bên bikaranîn. Yên grûba didoyan wê di destê me de hebin lê her dem di enfeksiyonan de neyên bikaranîn. Yên grûba sêyem wê yên herî dawî bin ku em ê li ser wan bifikirin. Sedema ku em wan dikin sê grûb ev e ku em naxwazin berxwedana bakteriyan li dijî grûbên 2 û 3 zêde bibe.”

Zêdebûna berxwedana bakteriyan li hemberê antîbiyotîkan tê vateya ku nema ew antîbiyotîk di bedenê de bikêr tê.