Îsraîl: Êrîşên li dijî Îranê dê zêdetir û tundttir bin

27 adar 2026 15:22

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz got ew ê êrîşên xwe yên li ser Îranê dijwartir, zêdetir bikin û baregehên leşkerî û binesaziya hilberîna çekan a Tehranê dê bikin armanc.

Îsraîl: Êrîşên li dijî Îranê dê zêdetir û tundttir bin

RûpelNews - Wezîr Yisrael Katz li Tel Avîvê ligel leşkerên payebilind ên li vî welatî kom bû û li ser rûdanên dawn daxuyanî da.

Katz ragihand armanca wan ew e ku rêber û serkirdeyên Îranê bikujin û li ser vê armancê operasyonun xwe dê zêdetir bikin.

Katz ê behsa zêdekirina operasyonun leşkerî kir û got çi baregehên hilberîna çeken li Tahranê hebin hemûyan dê tarûmar bikin û heta bigihijin armanca xwe dê êrîşên xwe bênavber bidomînin.