Tê îdiakirin ku Behreyn û Kuweytê li dijî Îranê êrîşên hewayî yên veşartî pêk anîne

24 tîrmeh 2026 21:47

Rojnameya Wall Street Journal (WSJ) îdia kir ku Behreyn û Kuweytê di destpêka Tîrmehê de li dijî hin hedefên li Îranê êrîşên hewayî yên veşartî pêk anîne.

Tê îdiakirin ku Behreyn û Kuweytê li dijî Îranê êrîşên hewayî yên veşartî pêk anîne

RûpelNews - Li gorî nûçeya rojnameyê, ku behsa çavkaniyên nêzîkî mijarê dike, Behreyn û Kuweyt – ku her du jî mazûvaniya baregehên leşkerî yên Amerîkayê dikin – wek tolhildana êrîşên Îranê, bi dizî balafirên şer şandin nav asîmana Îranê. Nûçe îdia dike ku di êrîşan de binkeyên leşkerî û herwiha depoyên dron û moşekan hatine armancgirtin.

Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku ji rayedarên Behreyînî û Kuweytî ji bo daxwazên şîroveyê yên li ser mijarê ti bersiv nehatiye wergirtin.

Di vê navberê de, welatên Kendavê, bi taybetî Kuweyt û Behreyn, berê di daxuyaniyên dawî de ragihandibûn ku êrîşên hewayî yên ji Îranê hatine, ji aliyê sîstemên wan ên parastina hewayî ve hatine astengkirin.

Îdiayên di nûçeya WSJê de hatine kirin, heta niha ji aliyê welatên têkildar ve bi awayekî fermî nehatine piştrastkirin.