Wezîrê Tenduristiyê serdana Pêsmergeyê birîndar kir
PeyamaKurd – Bi nûnertiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Wezîrê Tenduristiyê Saman Berzincî serdana Pêşmergeyê di êrîşa terorîstî ya li Pirdê birîndar bibû, kir.
Hefteya borî, Pêşmerge Hemîd li Pirdê di encama êrîşeke terorîstî ya çekdarên DAIŞê de birîndar bûbû û niha ew Pêşmerge li Nexweşxaneya Komarî ya Hewlêrê tedawî dibe û biyar e hefteya bê neştergeriyeke mezin lê were kirin.
Wezîrê Tendirustiyê Saman Berzincî da zanîn, neştergeriya yekem şeva yekem hate kirin, roja yekşema bê jî neştergeriyeke din li birîneke mezin a li ser beşa jorê ya ranê wî were kirin.
Saman Berzincî da zanîn, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi hûrgilî çavdêriya rewşa tendirustiyê ya Pêşmerge Hemîd dike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin