Wezîrê Îranê: Em pistevaniya pêsxistina têkiliyên Tirkiye-Sûriyê dikin
19 mijdar 2024 23:01
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li Şamê bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Bassam al-Sabbagh re hevdîtin kir.
Piştî hevdîtinê di civîna rojnamevanî de Eraqçî bal kişand ser, danûstandinên bo asayîkirina pêwendiyên navbera Tirkiye û Sûriyê û got, “Di çarçoveya rêzgirtina li serweriya yekparçeyîya axa herdu welatan de, em piştevaniya pêşxistina pêwendiyên navbera Tirkiye û Sûriyê dikin.”
Eraqçî, herkwiha diyar kir ku hevdîtineke berhemdar û sûdewar bi hemkarê xwe re kiriye û da zanîn, “Me digel pêwendiyên dualî mijarên rewşa dawî ya Xeze û Lubnanê gotûbêj kir. Em tim bi gelê Sûriyê re bûn û em ê di vê de berdewam bin.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan seredana Îranê dike
29 mjd 2025
Cîhan
Wezîrê Fransî pistevaniya bo Herêma Kurdistanê dubare kir
31 adr 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin