Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê: Em pistevaniya Sûriyê ji bo gelê bira û dost ê Îranê tekez dikin

03 mijdar 2022 16:11
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê: Em pistevaniya Sûriyê ji bo gelê bira û dost ê Îranê tekez dikin

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê serdana Komara Îslamî ya Îranê kir û piştevaniya welatê xwe ji bo wî welatî tekez kir.

Li gor zanyariyan, roja Çarşemê 2ê Mijdara 2022ê, Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad di dema serdana xwe ya Îranê de, di konfranseke rojnamevanî de bi hevtayê xwe yê Îranî Huseyn Emîr Ebdullahiyan re diyar kir: “Em piştevaniya Sûriyê ji bo gelê bira û dost ê Îranê tekez dikin.”

Herwiha Feysel Miqdad eşkere kir, welatê wî pêşwaziyê li “Şikestina ewana dike ku piştîvaniya êrîşkirina ser darayî ya vî welatî dikin û bi rêya medyayê, siyasî û navdewletî êrîşî vî welatî dikin.”